Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku egera vê heye rêjîma Îranê êrîşê bike ser Îsraîlê

08:38 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl li serdana xwe bo navnda sîstema berevaniya Esmanî ya bi navê “Êro”yê de ragihand ku pêka hinek zanyariyên berdest, egera vê heye û paşmaweyên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê li rojên bê de êrîşî ser Îsraîlê bikin.

Serokwezîrê Îsraîl gef li rêjîmê û hevalbendên vê rêjîmê xwar û got: Me tecrube nekin, dê derbên gelek giran bi ve bikevin. Em gelek ji vê yekê bihêztir in ku hûn hizir dikin”.

Axaftinên “Binyamîn Netanyaho” li halekê de ye ku kanala têlêvîzyoniya 13 a Îsraîlê li heftiya derbasbûyî de raporek belav kiribû ku li vê raporê de “Eyal Zemîr” Serokê Stada Giştî ya hêzên leşkeriye Îsraîlê li civîneke daxistî de gotiye: niha ti hewcehiyek bo êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê û encamdana operasiyonan berî hilbijartinê nabîne, lê ger rêjîma Îranê û milîsên wê bixwazin şaçiyekê bikin, dê rastî bersiva herî bihêz bibin.