Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî şiyana çêkirina çekan daye Husiyan

08:46 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Desthilatdarên Yemenê, Tehranê bi veguhastina zanyariyên meydanî û têknolojiya mûşekî bo Husiyan tawanbar dikin û tekezî ji vê dikin ku Komara Îslamî, Yemenê bo meydana gefkirin li ewlehiya deryayî û tengava Babulmendebê de çê kiriye.

Efrah El-Zebeh, Wezîra derve a dewleta yasa a Yemenê eşkere kir ku Husiyan bi piştevaniya karnas û pisporên rejîma Îranê, şiyana çêkirin û montajkirina sîstema berhemanîna çekan li navxweyê Yemenê de bi dest aniye.

El-Zebeh, îşare bi vê jî kir ku Tehran bi sepandina zanista teknîkî hewlê dide li rêya sepandina tirsa serbazî li deryaya sor û tengava Babulmendebê ve, Yemenê bike sekoyek bo gefkirin li ewlehiya dever û cîhanê.

Wezîrê derve ê Yemenê derheq bi operasyona Fecra Yemenê, ragehand amanca sereke a wê rûbirûbûnê rizgarkirina welatê wane li jêr destê Mîlîşiya yên terorîst, û zivrandina biryara serbixwe bo dewletê.

Navbirî tekezî ji vê kir ku husiyan li heyama giftugo û danûstandinan de bo pir çekirina xwe û berfirehkirina operasyonên destdirêjîkarane mifah ji derfetê wergirtine, herwisa tora peywendî ligel girûpên çekdar ên taya Aferîqa bihêztir kiriye.

Hevdem li berteka hember bangeşên Tehranê bo navbeynçiyê, tekezî ji vê kir ku navendek ku piştevaniya darayî, perwerda serbazî, mûşek û diron bo agir xweşkirinê dabîn bike, bi tu awayekî nikare rola navbeynçîtiyê bilîze.