Bênyamîn Natanyaho Serokwezîrê Îsraîlê bi belavkirina wêneyek berhemhatî bi hişê zîrek ku têde teqînek etomî li Têlavîvê nîşan dide, hoşdariya gefa destrageheştina Komara Îslamî bi çeka etomî da.
Li gorî raporta rojnameya Taymiz Af Îsraîl, Natanyaho li tora civakiya X ê de peyameke Yûval Bilombêrg, şîkariya siyasî a rastrewî belav kir ku tê de tekezî ji vê hatiye kirin ku Îsraîl ligel gefek rasteqîn û berçav hember bûna xwe rûbirûye.
Li wê peyamê de hatiye ku eger rejîma Îranê bibe xwediyê çeka etomî, egera rûdana Holokasta Dûyem heye û êdî nakokiyên navxweyî wek pirsa bexşîna Ortodokisan li xizmeta serbazî û dosyeyên din girîngiya wan namîne.
Li beşek din a peyamê de, bûna Donald Tiramp li desthilatê de wek derfetek sînordar bo rûbirûbûna gefên Komara Îslamî hatiye pênasekirin û îşare bi vê hatiye kirin ku neviyên pêşeroja Îsraîlê lidestdana wê derfrta dîrokî nabexş in.