Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gefa êrîşkirin bo ser navendên Alman kir

12:08 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Pêka rapora nûçegihaniya Fars a ser bi sipaha pasdaran a terorîst, paşmaweyên rêjîma Îranê gef li Alman xwariye hekî Alman bi eşkere tevlî şerê digel rêjîma Îranê bibe, hemû padigan û navendên pêwendîdar bi welatê Alman li deverê de, dê bibin armancên êrîşan.

Rapora vê nûçegihaniya ser bi spaha pasdaran a terorîst li halekê de belav bûye ku li roja Înê 23ê Çiriya Pêşîn, Yohan Wadêfol” Werzîrê Derve yê Alman li bajarê Îstenbolê li Tirkiyê, digel Wezîrên Derve yên “Firanse, Birîtaniya, Îtaliya, Misir, Pakistan û Erebistanê de hevdîtin kiribû û civînek pêk anîbûn.

Navbirî li vê civînê digel Wezîrên Derve yên wan 8 welatan, gotibû ku ev çend welat  diziya deryayî û standina bac û kiryarên paşmaweyên rêjîmê û Hûsiyên Yemenê, bo ser ticareta cîhanî û alozîxistin li pirskirêk çêkirina bo wizeya cîhanê, dijayetiyê dikin û daxwaza dawîanîn bi êrîşkirinên bo ser azadiya gemîranî û welatên cîran kirin.