Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mucteba Xamineyî tekezî li ser cîbicîkirina bilez a sizayan kiriye

12:13 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî fermana cîbicîkirina bilez, paşekişenekirî û tundiya sizayan, ji aliyê Mucteba Xamineyî ve pê giha, pêngavek ku wek kiryarekî nû a Tehranê bo tirsandina seranserî û rêgirî li egera her serhildanekê tête hesibandin.

Mediyayên fermî ên rejîmê ragehand in ku Mucteba Xamineyî, li kombûnekê de ligel Xulamûhsên Êjeyî, Serokê Desthilata binav Dadweriyê, tekezî li ser cîbicîkirina bilez a sizayan, li dijî neyaran kiriye.

Ev îdiaya Ejeyî ya dîdara wehmî ku goya digel Mocteba hevdîtin hebûye, çi belgeyek nine ku piştrast bike ku ev dîdar hebûye, yan gelo kesek bi nave Mocteba heye? Maye? Kîderê ye? Pêştir Pizişkiyan jî hema îdia kiribû ku goya çend demjimêran digel Mocteba rûniştiye, paşê bû xişe xişa nav teraş û gotibû ku min li tarîtiyê de û nava maşînekê de ev dîtiye, ku paşê îsbat bû, wisa jî nebûye.

Ev daxûyanî di demekê de derdiçe ku dezgeha Dadweriya rejîmê bi serokatiya Êjeyî emraza sereke a rêjîmê bo sepandina sizaya bidarvekirina xwepîşanderan û serkutkirina jinên dijberê hicaba bizorê bûye.

Li gorî raportên Rêkxirava Lêborîna Navdewletî, Komara Îslamî sizaya bidarvekirinê bi awayekî sîstematîk bo çêkirina rewşa tirsê li civakê de bikar tîne.

Derçûna fermana cîbicîkirina bileziya sizayan li saya zêdebûna amara bidarvekirinan, peyamekê rohn e ku Komara Îslamî bijardeya serkuta bêsînor hilbijartiye û ew siyaset nîşaneya kûrbûna kirîza rewayî ya rejîmê ye, ku hewlê dide hiloşîna navxweyî bi bidarvekirin û sepandina sizayên giran veşêre.