Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarên Belûç kontirola çendîn Rêkan girtine dest xwe

12:16 - 26 Çirriya pêşîn 2026

Eniya Têkoşerên Gel a li Balûçistanê bi belavkirina çend girte vîdeoyan,diyar dikin ku vê koma çekdar li ser rêya Serawanê û Xaşê xalên kontrolê danîne.

Li gorî raporan ev çalakî roja yekşemê, di 3yê sermawezê de, ji bo naskirin û girtina berpirsên tepeserkar pêk hatiye. Di vîdyoyan de tê dîtin ku endamên vê komê kontrola nasnameyan dikin û hin welatî jî wan maç û himbêz dikin. Ev yek nîşan dide ku Têkoşerên Belûç di gelek herêmên Balûçistanê de bi bandorin û kontrola hin rêyan bi dest xistiye.

​Di hefteyên borî de jî li herêmên wekî Bampur, Serawan, Rask, Zahedan û Çabaharê di navbera hêzên Eniya Têkoşerên Gel û hêzên rêjîmê de pevçûn derketibûn. Xebatkarên Belûç ragihandinre ku armanca wan, ew e ku li hemberî zextên hikûmetê rawestin û nehêlin berpirsên ewlehiyê yên ku destê wan di serkutkirina gel de heye, ji cezakirinê xelas bibin. Çavdêr dibêjin ku berfirehbûna van xalên kontrolê nîşaneya guherîna hevsengiya ewlehiyê ya li herêmê ye.