Roja duşemê, 26ê Çirriya pêşîn, civîneke çaralî ya girîng li Qesra Se'dabad a Tehranê birêve çû. Di vê civînê de rayedarên bilind ên Îran, Pakistan, Tirkiye û Erebistana Siûdî hatin cem hev da ku aloziyên li herêmê binirxînin û rê li ber qeyranên nû bigirin.
Şanda 3 welatan ji kesayetên naskirî pêk dihat: Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Selman, Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr û Serokê Rêxistina Sîxuriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin. Ev hevdîtin wekî yekem peywendiya li ser astek bilind di navbera Îran û endamên "Peymana Makê" de tê dîtin; ev peymana berevaniyê ku di tebaxa 2026an de di navbera van her sê welatan de hatibû îmzekirin.
Ji aliyê Îranê ve Serkomar Mesûd Pizişkiyan, Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî pastarê terorîst Muhsîn Rezayî û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî amade bûn. Pizişkiyan bal kişand ser girîngiya "rêvebirina cudahiyan" û ragihand ku sekinîna li ser berjewendiyên hevbeş wê çareserkirina pirsgirêkan hêsantir bike.
Ev serdan di navbera zêdebûna aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de pêk hat, ku nîqaşên li ser îhtimala êrişeke leşkerî zêde bûne. Rayedarên Siûdî armanca civînê wisa pênase kirin: kêmkirina rageşiyê, piştgirîkirina navbeynkariya Qeter û Pakistanê, û avakirina rêyên dîplomatîk bo aştiyê.
Gorî raporan ev civîna Tehranê piştî Civîna Îstenbolê pêk hat ku ji bilî endamên peymana Mekê, hin welatên Ewropayî jî li civîna Îstenbolê de beşdar bûn û, ev şanda peymanê bi armanca hoşdarî dana bi rêjîma Îranê sardana Tehranê kirine ku bibêjne desthilatdarên rêjîmê ku ger şerek biqewime û Îranê êrîşê bike ser Erebistanê, ev şer dibe şerê Îranê digel endamên peymana Mekê, anku şerê Îranê digel Tirkiye, Pakistan û Erebistanê ye.