Li gorî îtirafa berpirsên rejîmê li parêzgeha Urmiyê, li nîveya yekem a îsal de zêdetir li 400 welatî bi sedema nesitandardbûna rêkan û bûyerên hatin û çonê canê xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.
Mûsa Edîbfer, Serokê Giştî ê pizîşka Dad a parêzgeha Urmiyê ragehand li şeş mehên yekem a îsal de 424 welatî li rûdawên hatin û çonê de li seranserê parêzgehê de canê xwe ji dest dane, ku li vê hejmarê 337 kes mêr û 87 kes jî jin bûne.
Navbirî eşkere kir ku li vî heyamê de pitir ji 8 hizar û 500 kes bi sedema wê karesat û qezayên tirafîkê birîndar bûne, ku rêjeya birîndarbûnê bi berhevdan bi sala derbasbûyî %6 zêde kiriye.
Edîbfer li beşek din a axaftinên xwe de îşare bi amara qurbaniyên şewitînê kiriye û ragehandiye li vî heyamê de 30 welatî (17 ciwan û 13 jin) bi sedema şewitînê canê xwe ji dest dane.
Li saya xemsariya navendên peywendîdar ên rejîma Îslamî, nebûna cade û rêkên standard û jêrxanên baş li Rojhelatê Kurdistanê, salane hizaran welatî dibne qurbaniya karesatên hatin û çonê.