Dezgeha Dad a welatê Kuwêtê, 3 kesên tawankar bi sedema hebûna pîlana wan bo terorkirina Cihgirê Serokwezîrê Kuwêtê û hevkarî digel rêjîma Îranê û endametî li Hizbullahê ku li Kuwêtê de bi taqîmeke terorîstî tê naskirin, bi tawanbar nas kir û bi bidarvekirinê siza da.
Pêka raporên belavbûyî, Husên Ebdullah El-Meitûq ku kesyetiyek olî û serokê hevpeymaniya îslamî ye, yek ji wan tawankar û terorîstan e ku bi bidarvekirinê hatiye sizadan û kesê din terorîsteke ku berê jî cehda terorkirina serokê Kuwêytê dabû ku serokê Kuweytê karîbû li tawankariya wî derbas bibû.
Dadgehê 11 kesên din ên pêwendîdar bi vê dosyê bi 5 sal karê bi zorê siza da.
Ji destpêka şer heta niha, welatên Kendavê yên wek dewleta Kuwêtê, dehan kes bi şik û gumana pêwendî digel rêjîma Îranê, binçav kirine.