Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ragihand hekî Îran reftara xwe neguhere, dê bi dawî bibe

11:47 - 27 Çirriya pêşîn 2026

Berpirsekî Amerîkayê li berteka civîna hevpeymaniya Mekê digel berpirsên rêjîma Îranê li Têhranê ku naveroka vê hevahengiya ewlehiya deverî, kêmkirina dijheviyan û piştevanî li navbendçîtiya Qeter û Pakistanê li navbera Amerîka û rêjîma Îranê ne, da zanîn ku tevaviya xalên serkevtinê li destê Donald Tiramp de ne û her karek ku bi qazanca Amerîkayê be dê bi cih bîne.

Wî berpirsê payebilind ê Amerêkayê gotiye şerê li Îranê bi her awayek be, dê bi dawî bibe û îşare bi gotinên Donald Tiramp li derheq rêjîma Îranê kiriye ku gotibû: rêjîma Îranê li warê serbazî û aborî bi awayekî sîstematîk ji nav çoye û hekî bi lezgînî reftara xwe neguhere, em dê wan bi dawî bînin.

Li cîvîna hevpeymaniya Mekê digel paşmaweyên rêjîmê de Xalid Bin Selman, Wezîrê Berevanî yê Erebistanê, general Asim Munîr ê serokê şêwreya bilind a ewlehiya Pakistanê û Îbrahîn Kalin serokê MÎT a Tirkiyê digel pasdarê terorîst Muhsîn Rizayî yê serokê şewreya bilinda ewlehiya netewiya rêjîma Îranê û ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîmê û Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê beşar bûne.