Donald Tiramp Serkomarê Amerîka li kombûneke hilbijartinê de ragihand ku rêjîma Îranê ji sala 1979 a Zayînî ve şer digel Amerîkayê dest pê kiriye û ji vê demê ve hejmareke zêde ji hêzên Amerîkayê kuştine û birîndar kirine.
Serkomarê Amerîkayê li derheq êrîşa bo ser rêjîma Îranê de ragihand ku Amerîkayê ti bijardeyeke din nebû, rêjîma Îranê bi tenê 2 heftî digel berhemanîna çeka navkî mewda hebû, ev rêjîm mezintirîn piştevanê dewletî yê terorîzmê li cîhanê ye, hewce bû wan bikin armanc ku ti car nekarin çeka navkî bi dest bînin.
Donald Tiramp eşekere kir ku her demekê me şer ragirtiye, paşmaweyên rêjîmê hewla xweamadekirin û nûjenkirina xwe dane û alavê nû berhem anîne û hewl dane dironên zêdetir berhem bînin.
Serkomarê Amerîkayê tekez kir ku agirbesta dawî digel rêjîmê, hederdana demê bû û dibiya me bi gotina karnasan kiriba lê li demeke nêz de ev yek dê bi dawî bibe û her tiştek bi başî bi rê ve diçe.