Meclisa Nûnerên Misrê bi dengên 2 li ser 3 a tevaviya parlemanê, daxwaza “Ebdulfetah El-Sîsî” Serkomarê Misrê bo alîkaridana serbazî bi Erebistanê li şerê digel Hûsiyên Yemenê piştî encamdana 3 civînan li rojên 18, 19 û 26ê Çiriya Pêşîn, erê kir.
Pêka daxwaziya Serkomarê Misrê, li hevahengî digel Erebisatê, dê Misir alîkariya berevanîkirinê bi Erebistanê bide ku ji “ax, desthilat û cihên pîroz”, berevaniyê bike.
Li daxuyaniya Parlemanê de ti îşareyek rohn bi şandina hêza serbazî nehatiye kirin lê li civînan de îşare bi şandin û cihgîrkirina hêza serbazî li Erebistanê de hatibû kirin.
Ev biryar li halekê de hatiye dan ku êrîşên Hûsiyan bo ser axa Erebistanê tundtir bûne û berpirsên Erebistanê ragihandine êrîşên dironî û mûşekî bo ser deverên cuda yên wek Riyaz, û deverên din ên başûrî yên nêzê sînorên Yemenê hatine kirin.