Skat Bêsênt, Wezîrê Xezênedariya Amerîkayê ragihand ku pêka berhevdanînan, aboriya rêjîmê dê %25 biçûktir bibe, navbirî daxwaz ji xelkê Îranê kir ku xwe ji dana bacê bi rêjîmê biparêzin û tiştên hewce bo xwe paşkevt bikin.
Navbirî ragihand ku gelek ecêb e welatek 3e mîn çavkaniyên wizeyê li cîhanê be, lê nekare bênzîna hewce bo navxwe dabîn bike û qasa berhemanîna bênzînê dê hêj kêmtir bibe.
Herwisa Skat Bêsênt ragihand ku bo yekem car li dîroka Îranê, êdî ti nefteke vê rêjîmê li nav gemiyan de nemaye û ti barkirinek jî li wêzgehên girava Xarkê de nayêne kirin û berhemanîna neftê jî roj bi roj kêmtir dibe.
Herwisa navbirî ragihand rêjîmê bê diraf maye û rû bi çapkirina dirafê bê piştivane kiriye ku teweromê zêde dike, dibe xelkê Îranê xwe ji dana bacê bi rêjîmê biparêzin, çimkî rêjîm li hembner vê bacvegirtinê de ti tiştekê nade xelkê, li halekê de xelk li dijwariayn de cefayê dikêşine, ev dirafê xelkê bo Hûsiyan û milîsln din dîşîne û li bernameyên navkî, dironî û mûşekî de xerc dike.