“Malik Husêynî”, cihgirê geşedan bi çêkirina derfeta kar û karpêdan ê wezîrê te’awon, kar û xweşbijîvî yê a rêjîma Îranê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “ILNA” a ser bi rêjîmê de ragihand ku bazara kar li wan heyvên dawiyê de tûşî şikestê bûye û heta dawiya salê, li navbrea milyonek û 200 hezar heta milyonek û 400 hezar kar dê ji nav biçin û namînin.
Herwisa navbirî gotiye ku ji destpêka sala 1405 a rojî de heta dawiya heyva Gelawêjê, milyonek û 150 hezar kes ji sîstema bîmê derketine ku bi wateya çona wan ji bazara kar e û navê 300 hezar kedkarên din jî bi lîstê bîmeya bêkariyê zêde bûye.
Amarên fermî îşare bi bêkarmana zêdetir ji 700 hezar kedkarî dikin, lê pêka gotina “ILNA”yê, raporên meydanî didin xuya derdora 2 milyon kedkar bêkar mane û ev rêje roj bi roj zêdetir dibe.
Herwisa Malik Husynî gotiye li bernameya karpêdana giştî de bîmeya dabînkirina giştî nehatiye berçavgirtin û vê karpêdanê li xwe nagire.