Roja sêşemê, 27ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li Îsraêlê deriyên navendên dengdanê ji bo hilbijartina 26e mîn a parlemanê (Kênêsêt) hatin vekirin. Pitirî 7 mîlyon û 300 hezar welatî xwedî mafê dengdanê ne û li zêdetirî 12 hezar navendan de dengên xwe didin.
Ev hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîr Binyamîn Netenyahu girîngiyeke yêkalîker heye. Rikeberiya herî dijwar di navbera partiya Likud a bi serokatiya Netenyahu û opozîsyona bi serokatiya Gadi Eisenkot, Serokê Berê yê Erkanê Giştî yê Artêşê de birêve diçe.
Mijarên sereke yên di rewşa hilbijartinê de girîngin û tên ber bas, rewşa ewlehî, şerê Xezeyê, aloziyên li gel Îranê û kêmasiyên aborî ne. Di dema ku Netenyahu behsa ezmûna xwe ya ewlehiyê û peywendiyên bi Donald Tiramp re dike, opozîsyon sozê dide ku lêkolînê li ser kêmasiyên ewlehiyê yên buyerên 7ê Oktobrê bike.
Parlemana Îsraêlê ji 120 kursiyan pêk tê û ji bo avakirina hikûmetê lîsteya bi ser ketî pêdivî bi bidestxistina herî kêm 61 kursiyan heye. Ji ber ku ti alî nikare bi tenê piranoyê bi dest bixe, tê pêşbînîkirin ku gotûbêjên bo hikûmeta hevpeymanî çend hefte an mehan berdewam bin.