Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya Birîtaniya welatiyên xwe ku egera aloziyan he ye

08:44 - 28 Çirriya pêşîn 2026

Birîtaniyayê li derheq serdana welatiyên xwe bo 15 welatên Rojhilata Navîn huşdarî da û ragihand ku ji bo parastina ewlehiya xwe li egera aloziyan de, haydar bin.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê huşdaridana bi xelkê xwe bo seredana 15 welatên Rojhilata Navîn ku yek ji wan Îranê e, bi roj kir û hilsengadina xwe ser rewşê tundtir kir û huşdarî da ku egera zêdebûna nişkêve ya dijheviyan gelek zêde bûye.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê gotina xw ya “metirsiya zêdebûna bi nişkêve ya dijheviyan zêde ye, bi “egera êrîşên zêdetir û tundtirbûnên pêşbênînekirî” guherî.

Li naveroka nû ya huşdarîdana Îsraîlê de bo yekem car tekez hatiye kirin ku paşmaweyên rêjîma Îranê ragihandine ku dixwazin cihên pêwendîdar bi Amerîka û Îsraîlê bikin armanc, ev huşdarîdan, sazî, şirket û damezraweyên pêwendîdar bi wan 2 welatan jî li xwe digre.