Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê çekdarî yê giran li Belûçistanê ku binkeyekî hêzên rêjîmê kefte ber êrîşê

08:56 - 28 Çirriya pêşîn 2026

Li bajarê Xaşê yê ser bi Herêma Belûçistanê, roja sêşemê 27ê Çiriya Pêşîn a 2026an, şerekî çekdarî yê giran bo çend demjimêran di navbera kesên çekdar û hêzên rêjîma Îranê de qewimî. Pevçûn demjimêr 5ê piştî nîvro li şeqama Xûmeynî û derdora kelanterî 12, kelantetrî 11 û Yekîneya Hawarçûnê dest pê kir û zêdetirî demjimêrekê bi tundî berdewam kir.

Dengê guleyên giran û çekên otomatîk bajar xiste nava rewşeke tije tirsek mezin û ewlehiyê. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî êrîşê, gelek ambûlans bo herêmê hatine şandin û raporên destpêkî nîşan didin ku di nav hêzên leşkerî de kuştî û birîndar hene, lêbelê heta niha çavkaniyên serbixwe nikarin vê amarê bi temamî piştrast bikin.

Di encama vê bûyerê de, hemû rê û dergehên sereke yên ku diçin ber wan binkeyên hêzên rêjîmê û bi taybet kelanteriyên 11 û 12 û kolanên derdorê bi temamî ji aliyê hêzên leşkerî û yekîneyên taybet ve hatine girtin û hatinû çona welatiyan hatiye sînorkirin. Heta niha aliyên fermî û rayedarên ewlehiyê tu daxuyaniyeke berfireh derbarê sedema vê êrîşê, nasnameya kesên êrîşkar û amarên rast ên windahiyan de nedane raya giştî. Rewşa ewlehiyê li herêmê hêj aloz e û tedbîrên leşkerî dewam dikin.