Kanala Nûçe a CNNê aşkera kir ku wezareta şer a Amerîka (Pêntagon) amadekariya tewaw kiriye bo evê ku tenê li heyama 96 demjimêrên paş wergirtina fermana Donald Tiramp, êrîşa berfirehe serbazî li dijî navendên siyasî, serbazî û binkên etomiye Komara Îslamiya Îranê dest pê bike.
Li gorî raporta CNNê li zarê du berpirsên Amerîka ve, hêzên Amerîka li rojhelata Navîn de li amadehiya tewaw de ne û tê pêşbînîkirin ku gerek nû a êrîşan de, binkên curbicur ên Tehranê ji wan jêrxanên abûrî, binkên serbazî û navendên etomî bike amanic.
Şarezayên serbazî tekeziyê ji vê dikin ku pirs li ser (Rûdana êrîşê) nîne, belkî tenê li ser (Diyarîkirina dema Fermana Tiramp e) ku bi egera zêde ve paş hilbijartinên navîn devreyî a Amerîka ev ferman bête danê.
Li beşeke din a raportê de hatiye ku Bênyamîn Natanyaho, Serokwezîrên Îsraîlê daxwaza êrîşa hevbeş a pêşwexte kiribû, lê berpirsên Waşingtinê daxwaz lê kiribûn benda amadekariya tewaw a Amerîkayê be bo encamdana operasyonek hevbeş û tundtir li dijî Tehranê.
Herwisa dezgehên hewalgîriyên Amerîka hoşdarî dane ku zêdebarî evê ku rejîma Îranê û girûpên niyabêtî şiyana êrîşa pêşwexte nîne, lê li egera rûdana her êrîşekê de hewla bersivdanê didin, bi vê sedemê jî Waşîngton kêmkirina karmendên balyozxaneyên xwe li deverê dest pê kiriye.