Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan Wezareta Berevanî û mezintirîn palavtingeha Erebistanê kire armanc

09:15 - 28 Çirriya pêşîn 2026

Hûsiyên Yemenê ku bi piştevaniya hemûalî ya rêjîma Îranê dever aloz kirine, ragihandin li hejmarek ji êrîşên dironî û mûşekî, Wezareta Bervanî ya Erebistanê li bajarê Riyazê û palavtingeha Reis Tenûre li rojhilatê vî welatî de kirine armanc û berpirsên Erebistanê jî ev êrîş piştrast kirine.

Yehya Serîi, berdevkê serbazî yên Hûsiyan ragihand: “hêzên me Wezareta Derve ya Erebistanê bi mûşekek balistîkî kirine armanc ku biarmancgirtinek rasterast bû”, navbirî li daxuyaniyeke din de îşare bi êrîşa mûşekî bo ser palavtingeha Reis Tenûre kiriye.

Berpirsên Erebistanê ragihandin ku her 2 mûşekên balistîkî ên avêtî ji aliyê Husiyan ve bo ser bajarê Riyazê li esman de teqandine, lê piştî teqînê hinek ji qetên wan mûşekan bi bînayekê û projeyeke bînasazî û maşînekê kevtine.