Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navikî, ji Rejîma Îranê xwest ku rê bide çavedêrên vê saziyê ku sardana hemû beşên bername û navendên navikî yên Îranê, di nav de navendên ku di êrîşên leşkerî de zirar dîtine bike.
Grosî di civîna Şêwreya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de hişdarî da ku Ajans ji dema êrîşên sala borî yên Amerîka yê bo ser navendên navokî yên Îranê ve, nekariye zaniyariyan li ser rewşa oranyûma bi tîrahiya bilind û nêzî asta bikaranîna çekên navokî bi dest bixe, anku Ajansê çi haj rewşa Bernama etomiya rêjîma Îranê nine, û nizane kanê bi sedema bombebaranê Bernama etomî çalak e yan xisar dîtiye û ji kar keftiye, û herwisa çi zaniyariyek li ser oraniyoma meyandî nîne.
Berdewamiya sinordarkirina destragehiştina çavedêran û nezelaliya li ser rewşa bernameya navikî ya Îranê, nîgeraniyek navneteweyî li ser vê bernamê û îmkana çavdêriyê li ser çalakiyên navokiyên wî welatî zêde kiriye.