Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina welatiyên Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e

10:08 - 28 Çirriya pêşîn 2026

Girtina du welatiyan li Kirmaşan û Mihabadê û sepandina sizaya giran bi ser welatiyek Sayîn qelayê

Li dirêjeya binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê, Nebî Sofî, xelkê Sayîn Qela, sizaya 3 sal û 6 meh girtinê bi ser de hat sepandin û Mihemed Nasirî werzişvan û xelkê Hersînê û Keywan Aştab perestarê xelkê Mihabadê bi armanca cîbicîkirina sizaya girtîgehê hatine girtin.

Li gorî raporta Hengawê, Nebî Sofî xelkê Sayîn Qelayê ku tenê bi sedema belavkirina sitoriyekê li tora civakiya înstagiramê de hatibû girtin, ji aliyê dadgeha giştî û înqilaba rejîmê li wî bajarî, sizaya 3 sal û 6 meh girtinê bi ser de hate sepandin.

Li gorî zanyariyên heman çavkaniyê, Mihemed Nasirî, werzişvanê Kurd û birêveberê yaneya leşciwanî li bajaroka Hersîn ser bi Kirmaşanê, piştî gazîkirin û amadebûn li dadseriya giştî û înqilaba rejîmê li Kirmaşanê hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Herwisa li gorî raporta Hengawê, Keywan Aştab, perestarê xelkê bajarê Mihabadê, piştî gazîkirin û wergirtina agehdariya dadwerê rejîmê, bi armanca derbaskirina heyama sizaya 9 meh girtinê, hate girtin û bo girtîgeha Mihabadê hate veguhastin.