Encama destpêkî ya hilbijartina Parlemanî li Îsraîlê dide xuya ku ti hizbeke Îsraîlê, dengê hewce bo pêkanîna kabîneya dewletê bi dest xwe ve neanîne, lê hem Binyamîn Netanyaho û hem rikeberê vî Gadî Ayzinkut, bas ji hewldana xwe bo avakirina dewleta bê ya Îsraîlê kirine.
Binyamîn Netanyaho li navenda hilbijartina hizba Lîkûd de bê ragihandina serkevtinê, beravanî li destkevtên serbazî kir û ragihand: “Îsraîl digel hevpaymanê xwe Donald Tiramp, derfeteke bêmînak heye ku bikare gefa ser hebûna Îsraîlê anku rêjîma Îranê bi yekcarî ji nav bibe û nabe ti tiştek vê erka pîroz ji rê derxîne.
Donald Tiramp li vê derheqê de gotiye ku piştevanîkirina min li Binyamîn Netanyaho, bandor li ser dengan hebû, lê hêj bo gotina encama hilbijartinê zû ye.