Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têçuya Amerîka li şerê digel rêjîma Îranê ji 47 milyard Dolarî derbas bû

12:48 - 28 Çirriya pêşîn 2026

Pêka rapora Reutersê, bi berhevdana raporên PENTAGONê, xercê serbazî yê Amerîkayê digel paşmaweyên rêjîma Îranê, ji 47 milyard Dolarî derbas bûye ku bi berhevdana digel meha Julay, %25 zêde bûye.

Li vê raporê de hatiye ku 29 milyard Dolar bo dabînkirina cebilxaneya bikarhatî hatiye xerckirin û bo dabînkirina xercên balafir û dironan jî zêdetir ji 6 milyard Dolar hewce ye.

Rojnameya “The New York Times”, belav kiriye xercê şer heta 16ê Octoberê ji aliyê PENTAGONê ve 47.1 milyard Dolar hatiye ragihandin.

Reutersê belav kiriye ku hêj xuya nine xercê nûjenkirina binkeyên Amerîka bi sedema êrîşên rêjîma Îranê heta çi astekê li van berhevdanan de hatiye berçavgirtin.