Rêveberê giştî ê nûjenkirin û çêkirina dibistanan a Parêzgeha Urmiyê ragihand ku ji bo bidestxistina pîvanên perwerdehiyê yên standard, bajarê Urmiyê hewcedarî çêkirina 255 dibistanên nû ye.
Aref Xidirlo di civîna nirxandina rewşa cihên perwerdehiyê yên Urmiyê de diyar kir ku heta niha 25 dibistan hatine vekirin û karê çêkirina 53 dibistanan jî berdewam dike. Wî da zanîn ku ji bo peydakirina vê hewcedariyê nêzîkî 9 hezar milyar tûmen budçe hewce ye. Xidirlo tekez kir ku avakirina dibistanan hewcedariyekî bingehîn e ji bo xurtkirina hêviya civakî û peydakirina derfetên wekhev ji bo nifşê pêşerojê. Ji bilî vê, ewlehiya avahiyan û çêkirina cihên temamker jî girîng in.
Pirskirêka kêmiya dibistanan li Îranê de bi giştî û bi taybet li Kurdistan û Belûçistanê de, yek ji astengiyên ji xwendinê bêparmana Zarokan e, nihajî li piraniya gundan de li der dora Urmiyê dibistana navendî çinîne, zarok neçarin yan dibe bo doma xwendinê biçne bajar, yan dest ji xwendinê berdidin.
Nebûna dibistan û xwendingehan, kêmiya mamostayan, xercê zêde yê xwendinê, hejariya malbatan, û xudî sîstema perwerdehiyê li Îranê de, hemî ev astengî ne ku mixabin, roj bi rojê nexwandewar zêdetir dibin.