Kolêja Amerîkî ya "Mêdîl Êst Forom" di analîzeke stratejîk de bi pênûsa "Seth D. Kaplan" ragihand ku zextên leşkerî û aborî balansa hêzê guhertinê ne, lê ji bo derbasbûneke siyasî ya berdewam, divê hevpeymaniya desthilatdar a ser bi Spaha terorîst a Pastaran were têkbirin.
Kaplan çar armancên temamker ji bo guhertina siyasî pêşniyar dike: "Avakirina opozîsyonek yekgirtî, çêkirina kelekan di nav hevpeymaniya desthilatdar de, destbiserde girtina zaniyariyan, û rikeberiya aborî bi rêya dorpêçên armancdar."
Spaha terorîst a Pasdaran wekî toreke ku dezgehên ewlehî, aborî û siyasî bi hev ve girêdaye hatiye pênasekirin; ji ber vê yekê, jinavbirina alav an fermandaran bi tenê nabe sedema hilweşana pêkhateya desthilatê.
Di vî planî de, nivîskar pêşniyar dike ku ji bo ku dijber karibin xwe rêxistin bikin û şiyana îdarekirina welat nîşan bidin, divê herêmeke ewle li navxweyî Îranê de were avakirin.
Kaplan bi taybetî amaje bi beşek ji Kurdistanê û Belûçistanê wekî xalên erênî ji bo destpêka vê stratejiyê dike.
Bi baweriya wî, girîngiya van herêman ne di berfirebûna wan de ye, belku di raxistina derfetan de ye ji bo rêxistinkirin, alîkariya xelkê, çareserkirina nakokiyan û nîşandana şiyana hikumdariyê.
Di heman demê de hişyarî tê dayîn ku dûrxistina van binkeyan ji herêmên neteweyên bêmaf, dikare rewayiya neteweyî ya opozîsyonê sînordar bike, ji ber vê yekê divê ev nexşe ber bi herêmên navendî ve pêş bikeve da ku bangeşeya rejîmê ya derheq cudaxwaziyê de betal bibe.
Ev plan tekezî li ser parastina wezaretxaneyan, dadgehan û xizmetguzariyên giştî dike da ku dezgeha îdarekirina welat tu carî rastî hilweşanê neyê. Cudakirina berpirsên tepeserkar ji karmendên asayî û beşdariya giştî ya neteweyên bêpar û qatan, bingeha cîgirkirina sîstomek dêmokratîk e di roja piştî Komara Îslamî de.