Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziya leşkerî û dîplomatîk li navbera Amerîka û Îranê gihîştiye asteke bilind

11:52 - 29 Çirriya pêşîn 2026

Li gorî raporên Wall Street Journal û Axios, Amerîka û Îsraîl amadekariyan dikin ku piştî hilbijartinên navîn ên Amerîkayê, êrişên leşkerî yên kurt lê tund dijî rêjîma Îranê dest pê bikin.

Donald Tiramp ragihandiye ku dibe ku operasyoneke din pêk bînin, di heman demê de artêşa Amerîkayê li herêmê enbarên xwe yên çekan tije kirine.

Di bersiva van gefan de, welatên herêmê yên wekî Qeter, Pakistan, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misirê hewldanên dîplomatîk zêde kirine daku rê li ber şerekî nû bigirin. Reuters diyar dike ku Qeterê pêşniyareke nû ya aştiyê pêşkêşî Tehranê kiriye ku tê de rêkeftineke gav-bi-gav heye. Li gorî vê planê, ji Îranê tê xwestin ku Îran îznê bide lêkolerên Ajansa Navnetewî a Wizeya Etomî, ku serdana navend û damezrawên etomî û embarên oranyuma wê bikin, di hember de jî Amerîka hin dorpêçan rake û dorpêça deryayî bikişîne.

Hevdem digel gefên Amerîka û bi taybet Tiram bo êrîşekî nû bo ser rêjîma Îranê, hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance ligel Mohsen Rezaeî ketine têkiliyê daku mijara etomî gotûbêj bikin. Niha rayedarên Îranê li benda erêkirina Moctaba Xamineyî ne daku bersiva dawî bide û biryarê li ser van pêşniyaran bidin.

Herwisa, rojnameya Gardiyan balê dikişîne ser hewldanên welatên Kendavê ji bo vekirina Tengava Hormozê û rawestandina şerê Yemenê.