Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Koma Şopandina Belgeya Osloyê bangeke hevbeş li partî û aliyên siyasî yên opozîsyonê, saziyên sivîl û mafên mirovan, çalakvanên civakî û hemwelatiyan kirin.
Li vê bangê de Ji wan hat xwestin ku bi helkefta 30’yê Çirrya Pêşîn anku Oktobrê, ku Roja Cîhanî ya Girtiyên Siyasî ye, bi belavkirina nav û wêneyên girtiyên siyasî û fikrî û herwisa bi lidarxistina civînên aştiyane, çalakiyekî berfireh ji bo azadiya wan birêve bibin.
Di vê bangê de tekezî li ser azadkirina bilez û bê merc ya hemû girtiyên siyasî û baweriyê hat kirin. Herwisa daxwaza rawestandina îdamê, bidawîanîna êşkenceyê, windakirina û rawestandina bikaranîna girtîgehan wekî amrazekî îşkencê hate kirin. Aliyên ku ev bang belav kirinî, daxwaz ji hikûmet û saziyên navneteweyî kirin ku azadiya girtiyan û rawestandina darvekirinan bikne mijara peywendiyên xwe yên bi Komara Îslamî re.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku parastina mafên mirovan nabe bi meyla siyasî, nasname an jî cografyaya kesan ve girêdayî be. Wî bang li hemû aliyên siyasî û medenî kir ku bi belavkirina nav û wêneyên girtiyan, azadiya wan bikin daxwazeke hevbeş û berfireh.
May Sato rêportêra taybet a netewên Yêkbûyî bo mafê mirov li Îranê de, li nûtirîn rapora xwe de amaje bi vê yekê kiriye ku rêjîma Îranê girtiyên siyasî bidar diveke û îşkence dike û dûr dixe, û çi rêkek bo çalakiya siyasî û nîşandana nerizayetiyan nehêlaye, lewma daxwaz ji civatgeha cîhanî û welat û saziyan kiriye ku pêşya rêjîma Îranê bigrin.
Îranê weke mezintirîn girtîgeha girtiyên siyasî hatiye naskirin.