Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ustraliyayê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îranê kir bi lez ji Îranê derkevin

13:45 - 29 Çirriya pêşîn 2026

Dewleta Ustraliyayê tevî huşdarîdan bi xelkê xwe yên ku li Îranê de ne, daxwaz ji xelkê Ustraliyayê kir ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û yên li Îranê jî bijardeyên derketin li Îranê berçav bigrin.

Dewleta Ustraliyayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku huşdariyên ewlehî yên ku Amerîka belav dike û rênimûniyên wan berçav bigrin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku rewşa ewlehiya Îranê gelek necihgîr e û li rewşa guherînan de ye.

Pêka vê huşdarîdanê, karê balyozxaneya Ustraliya li Îranê de sekinî ye û derfeta xizmetguzariyan gelek sînordar bûye û dibe xelkê Ustraliyayê bijardeya derketin ji Îranê berçav bigrin, egera vê heye karê balafirxaneyan û hêlên esmanî bê agehdarkirina berê, biguherin an bêne sekinandin û hewce ye rêyên bejayî bi berçavgirtina rewşa deverê bêne berçavgirtin.

Herwisa dewleta Ustraliyayê daxwaz ji xelkê xwe yên ku li Îranê de dimînin kiriye ku xwe  li navendên medenî, dewletî û serbazî û herwisa jêrxanên wize û navendên neftî bi dûr bigrin.