May Sato, Raportêra Taybet a Neteweyên Yekgirtî li karûbarên mafên mirovî li Îranê, got ku sînordarkirin û astengiyên yasayî û tepeserkariyên ewlehiyê ya rêjîma Îranê ti rêyeke yasayî bo nîşandana nerazayetiyê nehiştine.
May Sato tekez kir ku 4 dehikên tepeserkariyan nekariye xwenîşandanan bisekinîne û nerizayetî kûrtir kirine.
Herwisa May Sato, li 3 emîn civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê de, got ku azadiya gotinê, kombûna aştîxwazane û rêxistin li Îranê de hem li yasa û hem li piraktîkê de bi tundî hatine sînordarkirin.
Raportêra Taybet a Neteweyên Yekgirtî li karûbarên mafên mirovî li Îranê, "Encam ev e ku ti rêyên yasayî bo nîşandana nerizayetiyê nemaye. Vê daxwaz ji berpirsên rêjîma Îranê kir ku nerazîbûna aştiyane wekî beşek ji civakek tendurist bihesibînin û vê wek gef nebînin.