Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina bêmînak ya nirxa riyalê Îranê û sekinîna bazarê li Îranê de

09:55 - 4 Çirriya pêşîn 2026

Riyalê Îranê li beramberî perên biyanî rekorên nû yên daketinê tomar dike û krîza aborî kûrter dibe. Roja şemiyê, nirxa yek Dolarê Amerîka li bazara azad a Tehranê sînorê 270 hezar tumenî derbas kir û gihîşt nêzîkî 271 hezar tumenî. Ev yek bûye sedema nîgeranî û nearamiya zêde li nav bazarê.

Bazirgan û firoşyarên li Bazara Mezin a Tehranê radigihînin ku bazirganî bi temamî rawestiyaye. Firoşyarekê diyar kir ku ji ber nediyariya nirxa Dolar, kirîn û firotin rawestiyaye û heta firotina biçûk jî çênabe. Gelek dikan ji ber nebûna muşteriyan û tirsê hatine girtin.

Li hember vê rewşê, Mehdi Darabi, arîkarê serokê Banka Navendî ya Îranê, ragihand ku ev zêdebûna nirxa Dolar "demkî" ye. Wî got ku heke rêjeya teweromêê were hesibandin, nirxa rastîn a riyal wekî a salên 2018 û 2020an e. Herwisa banka navendî sedema vê bilindbûnê dixe stuyê givaşên derve, lê pisporên aborî hişyariyê didin ku eger gavên micid neyên avêtin, jiyana rojane ya welatiyan dê hîn dijwartir jî bibe.