Reutersê belav kiriye Qeterê reşnivîsa lihevkirinekê dane rêjîma Îranê ku dawî bi şerê Amerîka û Îsraîl digel rêjîma Îranê bê, lê berpirsên rêjîmê ev peşniyar nepejirandin û gotine ku Qeterê rêkarên wiha pêşniyar kirine ku nayêne pejirandin û em nikarin wan wek pêşniyar bihesibînin.
Pêka rapora Reutersê, ev pêşniyar çarteke yek hefteyî ya pêngav bi pêngav bûye ku xalên cihê nigeraniya Amerîka û rêjîma Îranê li xwe digre ku pêngavên rojane bo çêkirina baweriya du alî bûne, lê berpirsên rêjîma Îranê xalên vê pêşniyarê nepejirandine.
Donald Tiramp her li destpêka danûstandinan de bernameya navkiya rêjîmê wek yek ji xalên girîng ên danûstandinê binav kiriye û rêjîma Îranê siyaseta xwe li derheq bernameya navkî naguhere.
Rêjîma Îranê berî her tiştekê daxwaza rakirina hemû dorpêçên ser neftê û hinardekirina vê dike.