Sêkat Bêsênt, Wezîrê Xezînedarî yê Amerîkayê, li ser encamên givaşên aborî li ser Komara Îslamî ragihand ku operasyona bi navê «goşegîriya aborî» ya li dijî Îranê, piştî heşt hefteyan, bandor û encamên berbiçav bi dest xistiye.
Bêsênt bi tekezîkirina ku ev operasyon ji bo givaşên aboriya welatekî bêhempa ye, got ku nirxa pereyê Îranê gelek daketiye. Li gorî gotina wî rewşa perê Îranê ewqas nebaş e ku egers vê yekê jî heye ku belavkirina rêjeya nirxa eriz jî dikare bibe sedema binçavkirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê herwisa got ku texmînên navxweyî yên welatê wî nîşan didin ku eger heye aboriya Îranê ji Adara Îsal heta Adara sala bê, di encama dorpêçê an pevçûnê de, heta 25 ji sedî biçûk bibe.
Wî bi berawirdkirina rewşa aborî ya Îranê û Rûsiyê zêde kir ku aboriya Rûsiyê di sê salên piştî hilweşîna pira hesinî de 22ji sedî biçûk bû; lê dibe ku aboriya Îranê di nav salekê de bi daketineke wiha re rûbirû be. Bêsênt herwisa tekezî kir ku givaşên aborî çavkaniyên darayî yên Komara Îslamî ji bo piştgiriya hêzên wê yên nîyabetî jî kêm kiriye.