Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gulf News: Amerîka û Îsraîl ji bo êrîşeke yekheftî bo ser Îranê amadekariyê dikin

10:30 - 30 Çirriya pêşîn 2026

Kanala “Gulf News” di raporeke xwe de eşkere kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl li ser plansaziyeke leşkerî ya ji bo pêkanîna pêlek êrîşên esmanî û bombebarankirineke yekheftî li dijî Îranê dixebitin. Ku biriyare ev operasyon piştî helbijardinên Amerîkayê yên 3ê Mijdarê bêne encam dan. Armancên vê operasyonê dê rêber, binkeyên navokî, navendên wize û binesaziyên girîng ên Îranê bin.

Di heman demê de, welatên Ereb yên Kendavê hewldanên xwe yên dîplomasiyê zêde kirine. Îmaretê daxwaza xweparastin û dîtina çareseriyeke siyasî kiriye, û Erebistana Siûdî jî ji Waşingtonê xwestiye ku derfeteke zêdetir bide dîplomasiyê. Herwisa Qeter jî hewldanên xwe ji bo gihîştina bi peymanekê di navbera Tehranê û Îdareya Tiramp de dest pê kiriye.

Li gorî vê raporê û bi piştrastkirina çavkaniyên Axiosê, Jênêral Eyal Zêmîr, Serokê Stada Artêşa Îsraîlê, roja Duşemî, 26ê Cotmehê, bi Brêd Kopêr, Fermandeyê CENTCOMê, re ji bo hevahengiya amadekariyên leşkerî telefon kirî ye. Û Netenyahû jî di daxuyaniyeke xwe ya berê de behsa «bidawîanîna karê» kiriye û guhertina rejîma Îranê wekî armanca sereke destnîşan kiriye.

Di mehên dawî de, Îran kontrola xwe li ser tengava Hormozê tundtir kiriye û êrîş kirine ser gelek keştiyên bazirganî. Ev yek bûye sedema bilindbûna bihayê petrolê di bazarên cîhanê de û bertekeke tund a Amerîkayê jî li pey xwe aniye.

Dewleta Donald Tiramp dixwaze bersiva leşkerî heta piştî helbijardina navîndem yên Mijdarê paş bixe, da ku bandoreke neyînî ya rasterast li ser dengderan û bihayê şewatê li Amerîkayê çênebe.