Rojnameya Brîtanî ya Têlêgrafê, roja Pêncşemî, 7ê Xezelwerê, ragihand ku Komara Îslamî, piştî hewldana destwerdanê di helbijardinên Îsraîlê de, niha amadekariya operasyoneke ji bo destêwerdan li helbijardinên Amerîkayê jî dike. Li gorî vê rojnameyê, armanca Tehranê çêkirina nekokî û bin bestên siyasî li Amerîka û Îsraîlê ye.
Têlêgraf pêka gotinên çend berpirsên Komara Îslamî nivîsî ku Tehran lidarxistina helbijardinan hevdem li van her du welatan wekî derfetekê ji bo bandor xistine ser pêkhateya siyasî ya wan dibîne. Yek ji van berpirsan gotiye ku Komara Îslamî rêyên kişandina destûpêwendiyên xwe di pêvajoyên helbijardinên Amerîkayê dinirxîne û komên saybêrî yên bihêz jî ji bo hekkirina sîstema helbijardinê ava kiriye.
Berpirsêkî din îdia kiriye ku Tehran amade ye di helbijardinan de, di sîstima bankî, sîstima veguhastinê û hin sîstimên din yên van her du welatan de aloziyan çê bike. Wî tekez kiriye ku armanca Komara Îslamî piştgiriya berbijêr yan aliyek taybet nîne, lê çêkirina nekokî û binbestên siyasî li Amerîka û Îsraîlê ye.
Li gorî Têlêgrafê, Tehran hêvî dike ku encamên siyasî yên helbijardinê givaşên ku ji ber şerê li ser wê ne kêm bikin. Berpirsêkî payebilind yê Komara Îslamî jî gotiye ku ji bo Tehranê ferq nake kî di helbijardinan de serkeve, ji ber ku her kesê ku li Îsraîlê bê ser desthilatê, her dîsa jî dijminê Komara Îslamî ye.