Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêça aboriya li ser rêjîma Îranê kirîza aboriya Îranê gelek tund kiriye

08:25 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Pêka rapora Wezareta Xezênedariya Amerîkayê, dorpêça dereyayî û herwisa dorpêçên berfireh ên aborî û daxistina rêyên bejayî yên hinardekirinê bo ser rêjîmê, aboriya Îranê bi tundî sixtiye jêr bandora xwe û kirîza aboriya vê rêjîmê tundtir kiriye.

Pêka rapora Axiosê Sikat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ku serokatiya givaşa aborî bo ser rêjîma Îranê ya bi navê “operasiyona dûrxistina aborî” dike, yek ji nêzîktirîn şêwirkarê Donald Tiramp e ku wî bo dana derfeta zêdetir bo wan givaşan, han dide.

Li halekê de berevirdê Wezareta Xezînedriya Amerîkayê rasterast nabêje aboriya Îranê li ser lêva kendalê herifînê ye, lê dide xuya ku hewldanên Amerêkayê, aboriya Îranê bi tundî lawaz kiriye û şiyana vê rêjîmê bo bidestveanîna dahatê gelek sînordar kiriye.

Pêka vê raporê daketina nirxa dirafê Îranê, zêdbûna nirxa teweromê, sekinîna hinardeya neftê û givaşên din ên malî nîşaneyên tundtirkirina dorpêçan bo ser aboriya vê rêjîm ne.