Di meha Îlona 2026an de, cezaya îdamê ya herî kêm 68 girtiyan, di nav wan de 4 girtiyên siyasî, li girtîgehên cuda yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatine cîbicîkirin.
Li ser bingeha amarên Hengawê, di meha Îlona 2026an de herî kêm 68 girti li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.
Li gorî vê raporê, di meha borî de herî kêm 4 jin jî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.
Di nava wan 68 kesan de ku hatine darvekirin, tenê 8 dosye, yanî 12% ji tevahiya wan, ji aliyê çavkaniyên fermî yên rejîma Îranê û malperên girêdayî bi dezgeha bi nav dadweriyê ve hatine ragihandin.
Herwisa, cezaya îdamê ya 10 girtiyan bi awayekî veşartî û bêyî agahdariya malbatên wan û bêyî mafê dîtina dawî digel malbatê hatine cîbicîkirin. Cezayê îdamê ya 2 girtiyan jî li ber çavên xelkê hatiye cîbicîkirin.
Li gorî vê raporê, di meha borî de herî kêm 4 girtiyên siyasî û ji nav wan de kesên ku di xwepêşandanên meha Befranbarê de hatibûn girtin, bi tawanên wek muharêbe û sîxurî hatine darvekirin.
Di heman mehê de cezayê îdama 19 girtiyên Faris, 11 Belûç, 6 Turik, 5 Kurd, 5 Ereb, 3 girtiyên Lor, 3 girtiyên Gîlek û Mazenderanî, Turkemenek, 5 welatiyên Efxanistanê û 10 kesên ku nasnameya neteweyî ya wan nehatine piştrastkirin hatiye cîbicîkirin.