Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

FATFê careke din rêjîma Îranê li lîstê reş de ragirt

08:35 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Careke din “FATF” rêjîma Îranê, Koreya bakûr û Miyanmar, li lîstê reş ê welatên gelek metirsîdar de tomar kir û daxwaza berdewamiya karê rawestan li hember rêjîma Îranê û Koreya bakûr û çavdêriya tundtir li ser danûstandinên malî digel Miyanmarê kir.

Vê navenda navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku wan 3 welatan bi berdewamî kêmasiyên bingehîn li sîstema rawestan li hember sipîkirina diraf, dabînkirina malî ya terorîzmê û dabînkirina berfireh a çekên kuştina bi kom hene.

Pêka daxuyaniya FATF, tevî destpêkirina sazan li navbera rêjîma Îranê û FATF, rêjîma Îranê hêj nekariye beşa herî zêde ya sozên xwe li çarçoveya rawestan li hemebr sipîkirina diraf û dabînkirina malî ya terorîzmê bi cih bîne.

FATFê ragihandiye çarçoveya yasayî ya rêjîma Îranê li mijara dabînkirina malî ya terorîzmê de bi qasa hewce vê bi tawan nizane û sîstema malî ya armancdar li dorpêça malî ya rêjîmê pêka standardên navnetewî nîne û dibe yasayên bingehîn û çarçoveya yasayiya xwe biguherîne.

Herwisa FATFê dîtingeha xwe li derheq tevlîbûna rêjîma Îranê bi konvansiyona Palêrmo û konvansiyona rawestan li hember dabînkirina malî ya terorîzmê ya bi navê “CFT” dubare kir.