Berpirsên welatê Qeterê yên beşdar li danûsandinên digel paşmaweyên rêjîma Îranê li danûstandineke 12 demjimêrî de hewl dane ku wek navbendçî, rê bo destpêkirina danûstandinan li navbera Amerîka û rêjîma Îranê xweş bikin da ku rêgirî ji destpêkirina dubare ya şer bikin.
Pêka raporên belavbûyî li vê danûstandinê de bi berdewamî pêwendî li navbera danûstankarê Qeterê digel Koşka Sipî hebûye û çavkaniyeke dîplomatîk jî gotiye li vê danûstandinê de pêşketinên erênî hebûne û danûstandin li roja Şemî 31ê Çiriya Pêşîn de jî dê li bajarê Dohê berdewam be.
Hewlên dewteta Qeterê wek navbendçî li halekê de ye ku raporên belavbûyî didin xuya egera êrîşa berfireh a serbaziya Amerîka û Îsraîl bo ser paşmaweyên rêjîmê piştî hilbijartina nîvdevreyî heye.
Tevî wan hewlên Qeterê, ti lihevkirinek li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê de çê nebûye.