Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe bikirêgirtiyên spaha pastaran bilez li Kanadayê de bêne derxistin

09:20 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Pîr Palîv, Rêberê hizba Parêzgaran û Opozisyona dewleta Kanadayê, bi îşarekirin bi lêkolînan hember bi desthebûna rejîma Îranê li dabînkirina darayî bo kiryarên teroristî, tevdaniyên wê dawiyê li wî welatî, daxwaza nasandin û derkirina bilez a tev kesên girêdayî bi spaha terorîst a pastaran li xaka Kanadayê de kir.

Pîr Palîv roja Înê 8ê Xezelwerê, li peyamekê de li tora civakiya (X) de nivîsiye, rejîma terorist a Îranê gumanlêkiyê serekî ye li dabînkirina têçûya teror û teqekirin ji aliyê bikirêgirtiyan li xaka Kanadayê de ku têde kenîseyên cihuyan, qutabxane, cihên bazirganî û tenanet kunsûlgeriya Amerîka jî kirine amanc.

Navbirî bi tekezîkirin li vê ku ew êrîşare rastewxwe welatiyên cihuyên Kanada û neyarên Komara Îslamî kirine amanc ragehand, dibe tev bikirêgirtiyên spaha pasdaran ku bi awayekî neyasayî li Kanadayê de ne, bêne nasîn û bilez li welat bêne derxistin.

Ew helwêsta tund piştî wê hat ku nûçegihaniya CBC a Kanadayê li raportekê de eşkere kir ku aliyê kêm 12 haletên taqekirina siyasî li Torênto yê de qewmîne û belge îşare bi vê dikin ku piştevaniya darayî a wan tawanan ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve hatine kirin.