Li gorî tora (MS naw) Îdareya Tiramp pilan heye êrîşekê kurt û bihêz bike ser Îranê
li gorî zanyaniyên sê berpirsên welatên Kendawê, amanca êrîşê lêdane li jêrxanên serbaziye Îranê û rojek piştî hilbijrtinên navîndvreyî a kongirêsê destpê dike.
Hevdem Waşingtinê hejmarek keştiyên şer û balafirhilgirên USS Tiyodor Rozvêlt ber bi rojhelata Navîn ve livandine û amadekariyê bo êrîşê dikin.
Li demekê de ku base egera êrîşa Amerîka û Îsraîl bo ser rêjîma Îranê, bûye mijara herî sereke a media û navendên siyasî û ewlehiye cîhanê û bûye cihê nîgeraniya welatên nawçê ku pirîşkê wî şerî ber wan nekevin û xwe jê dûr bigrin, milîsên Êraqî yên girêdayî bi Îranê, li hember amerîka de helwêst girtin û hoşdarî dan.
Her di vê derheqê de Elî Fetlawî, Berdevkê tevgera Ensarulaha Ewfiya li Êraqê hoşdarî da Amerîka, ger esmanê Êraqê bo êrîşkirina ser rêjîma Îranê bikar bîne, bi tundî wê bersiv bidin.
Elî Fetlawî tekezî kir ku ev dê demekê bê alî bimînin ku Amerîka xak û esmanê Êraqê nekine pêgehek bo êrîşkirina ser tu welatek cîran.
Ev di demekê de ye ku dewleta Êraqê jî wek piraniya welatên nawçê cehdê dike xwe ji şer dûr bigre, lê egera hindê heye ku milîsên derveyî dewletê bo piştgîriya ji Îranê, şer û aloziyan tûşî Êraqê jî bikin.