Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî çend rojan windabûnê, termê lavekî Kurd li ûrmiyê peyda bû

12:41 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Çêrûka winabûn, û piştre peydakirina termê bê cane lavekî Kurd li Urmiyê, ev çend rojin ku dengvedanekî berfireh hebûye.

Piştî çend rojan ji windabûna ciwanê 19 salî yê bi navê Mani Zêynalî, termê wî ê bêcan li derveyî bajarê Urmiyê hat dîtin û dawiya hefteyê li gundê Balo yê bi axê hat spartin.

​Li gorî agahiyên dawî di çarçoveya lêkolînên taybet de du kes ku bi vê bûyerê re pewendîdar in hatine naskirin û girtin.

​Gumanbaran ew ciwan bi şev li maşîna xwe siwar kirine, lê piştre ew ji maşînê peya bûye û di dema revê de ji bilindahiyê re veresiya ye û canê xwe ji dest daye, gumanbaran piştî bûyerê ji wî cihê bûyerê revîne."

​Li gorî agahiyên ku ji aliyê malbata wî û medyaya herêmî ve hatine belavkirin, Mani di dema dawî ya jiyana xwe de zeng bo Dayîka xwe li dêdaya gotiye: «Dayê, ew li pey min in!»

​Hate ragihandin ku piştî ku hewl da ji dest kesên li pey xwe bireve, li ser rêkê daxwaza alîkariyê ji jinekî şofêr jî kiribû, lê ji ber ku nehatibû siwarkirin û xelaskirin, bidûkeftina li ji aliyê bikujan ve berdewam kiribû heya ku ev bûyera xemgîn qewimî.

​Nûçeya windabûn û mirina vî ciwanê Kurd li herêmê û di torên civakî de bû sedema xemgîniyeke mezin û xelkê herêmê daxwaza ronîkirina hemû aliyên vê bûyerê dikin ku bûye cihê nîgeraniyê.