Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporta Yeketiya Pîşeyî a Mamosteyên Kurdistana Îranê

12:45 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Kurte raportek a Yeketiya Pîşeyî a Mamosteyên Kurdistana Îranê li yek meh û nîva destpêka sala nû a xwendina 1405an bo 1406an a Rojî li Rojhelatê Kurdistan û Îranê.

Piştî mehek û nîvê li destpêka sala nû a xwendina 1405 bo 1406an a Rojî, li piraniya qutabxaneyan li bajarên Kurdistan û Îranê de pirtûkên dersê li piraniya qutabxaneyan nehatine dabeşkirin û qutabî û malbatên qutabiyan neçar in pirtûkên dersê li bazara azad de ku bergek pirtuka dersê li 400 bo 500 Hizar Tumenî li ser şeqaman û pirtukxaneyan de bikrin.

Herwisa li rewşa giranî û çûne ser rojane a bihaya alav û xizmetguzariyan li Kurdistan û Îranê de navina hiquqê mamosteyan li Kurdistan û Îranê de 29 Milyon û 100 Hizar Tumene.

Eva di demekê de ye ku hêla hejariyê li Kurdistan û Îrana de ji 85 Milyon Tumen derbas kiriye, li rewşek wiha de eger mamostayeka zanîngehê ya qutabxaneyê bi 25 bo 30 sal pêşîneya mamostatiyê 50 bo 60 Milyon Tumen hiqûq hebe li jêr hêla hejariyê de ye.

Ji aliyek din ve li sala nû a xwendinê de givaş li ser rêkxiravên pîşeyî ên mamosteyan û mamosteyên çalak bi dehan qat ji aliyê navendên ewlehî û herasetê ve zêdetir kirine û heya niha 12 mamoste ji aliyê dadgehên dîwana edaleta îdariya rejîma komara Îslamiya Îranê ve hukmê girtina teizîriya dadweran û yek mamoste jî sizaya îdamê bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa li Rojhelatê Kurdistanê 10 mamoste ji aliyê dadgeha rejîma ve bi derkirin, bêparkirin ji wane gotinê û dûrxistinê hatine sizadanê.