Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kriz û Giranî Barê Jiyana Xelkê Giran Dikin, Ji Krîza Şewatê heta Teweroma Sêreqemî

12:51 - 31 Çirriya pêşîn 2026

Rewşa xirab a aborî û zêdebûna nirxa teweromê li Îranê de, zextên jiyanê li ser xelkê roj bi roj girantir dibin. Li gorî amarên dawî yên meha Rezberê, teweroma salane ya cilûberg û Pêlavan cara yekem sê reqemî bû û gihîşt %103.7, ku ev yek di dîroka navenda amaran de rekorek nû ye. Herwisa di heman mehê de, nirxa veguhastinê bi %10.7 zêdebûnê, bandora herî mezin li ser bihabûna giştî ya jiyana malbatên welatiyan kir. Ji aliyekî din ve, li bazarên diravî yên wekî Tehranê jî nirxa dolar gihîştiye asta hestiyar a 272 hezar û 500 tumanî.

Di heman demê de ku bihayê kelûpel û xizmetgozariyan gelekî bilind dibe, xelk bi pirsgirêkên binesaziyê û pirsgirêkên îdarî re jî rûbirû ne. Li parêzgeha Sîstan û Baloçistanê û bajarê Zahedanê, birîna ji nîşkê ve ya para nefta spî di van rojên ku hewa sar bûye de, aloziyeke mezin derxistiye holê. Li gelek bajar û deverên Belûçistanê Gaza malan ya Kepsol dest nakeve.

Kirîza Bênzînê yêk ji kirîzên herî mezin a xelkê ye ku wan rojan bi temamî xelk bi xwe ve mijûl kiriye.

Li aliyê din jî planên hikûmetê yên ji bo sekinandin û çêkirina astengiyên teknîkî bo "Kalaberg"ê alozî di malperan de bêtir bûne sedema serlêdana welatiyan li navendên înternetê û alozkirina xelkê. Ev rewşa giştî nîşan dide ku kêmbûna dahat, giranbûna veguhastinê û xizmetgozariyên serekî rasterast zextê dixin ser jiyana rojane ya xelkê.