Denî Danon, Nûnerê Îsraîl li Rêkxistina Netewên Yekgirtî de bi belavkirina girtevîdyoyek ji axaftinên xwe rû bi nûnerê rêjîma Îranê li kora giştî ya Netewên Yekgirtî de li tora civakiya “X”, ragihand rêjîma Îranê li ser lêva kendalê herifînê ye û serxweçona vê rêjîmê rê bo vê herifînê amade dike.
Denî Danon li vê girtevîdyoyê de belav kiriye, paşmaweyên rêjîma Îranê bi berçavnegirtina rastiyan, şaşiyek gelek mezin kirine û serxweçon û hirbûna wan dê bibe sedema herifîna vê rêjîmê, Navbirî rû bi xelkê Îranê got: “dema diyarîkirina çarenivîsa ve, bi lezgînî nêzîk dibe”.
Nûnerê Îsraîlê, rêjîma Îranê bi tekezîkirin li ser îdeolojiya tundajo bi tawanbar binav kir û daxwaz ji welatên cîhanê kir bi dijî vê rêjîmê helwistê bigrin.
Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîl li peyamekê de ragihandiye ku zû an dereng dê guherînek girîng li Îranê de biqewime û xelk dê biser desthilatê de serkevin û dê azadiyê bi dest xwe ve bînin, desthilatarên rêjîmê zêdetir ji her tiştî ji xelkê Îranê ditirsin û li paşerojek nêzîk de dê biherife û li Îsraîlê de jêjna vê hilkeftê dê bê girtin.