Raporên ji Îranê nîşan didin ku krîza enerjiyê û nebûna xizmetguzariyan jiyana welatiyan dijwar kiriye. Li bajarên Îsfehan û Şahînşahrê Berq rojane nêzîkî çar demjimêran tê birîn. Welatî herwisa li dijî zêdebûna bihayê qebza mehane a Berqê ku du heta sê beramber zêde bûye, nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev rewşê li Îsfahanê û çendîn cihên din bû sedema xwepêşandan û kombûnên nerizayetiya xelkê.
Li aliyê din, li parêzgeha Belûçistanê, li bajarê Sûranê kêmasiya gazê ya dijwar berdewam e. Rêzên dirêj ên welatiyan û maşînan li pêşiya cihên dabeşkirina kepsulên gazê hatine dîtin. Li gorî çavkaniyên herêmî, welatî neçar in bi seatan di rêzan de bisekinin da ku Kepsulekê dest bixin û gaza malên xwe dabîn bikin.
Li gel vê kirîzê, welatî li dijî veguhastina gazê ya ber bi Pakîstanê ve bi rêya tankerên dewletê nerizayetiyê nîşan didin. Welatiyên Belûçistanê nerazî ne ku di demekê de ku li herêmê kêmasiya gazê heye, gaza çavkaniyên herêmî ji bo derve tê şandin û daxwaza çareseriyeke lezgîn dikin.
Niha ku werzê sir û sermayê û zivistanê nêzîk dibe, nîgeraniya welatiyan li derheq egera nebûn yan kêmbûna Berq û Gaz û Benzîn û Şewatê zêdetir dibe.