Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê dibêjin: Em hem bo şer û hem jî bo dîplomasiyê amade ne

10:23 - 4 Çirriya pêşîn 2026

Berpirsên rêjîma Îranê ragihandin ku ew ji bo hemû senaryoyên leşkerî û dîplomatîk li dijî Amerîkayê amade ne. Qalîbaf ê Serokê Meclisa rêjîma Îranê û Êraqçî yê Wezîrê Derve yê rêjîmê tekez kirin ku Tehran dixwaze krîz bi rêyên aştiyane û dîplomatîk bête çareserkirin, lê ger her cure êriş an destdirêjiyeke leşkerî çêbibe, ew ê bersiveke pir tund û wêranker bidin dijminan.

Wezîrê Derva ê rêjîma Îranê Ebas Êraqçî di civîna bi balyozên biyanî re diyar kir ku stratejiya wan li ser "dîplomasiya birûmet" û "parastina xurt a ewlehiya neteweyî" ava bûye. Êraqçî da zanîn ku Îranê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de "plana 7 rojan" pêşkêş kiriye. Li gorî vê planê, ger Amerîka mercên Îranê qebûl bike û dorpêçan rake, Tengava Hormozê dê di nav heft rojan de bi temamî ji bo hatnûçonê bête vekirin.

Herwisa Êraqçî îdîayên Amerîkayê yên li ser "derxistina heyeta Îranê ji Niyo Yorkê" red kir û anî ziman ku ew li gorî bernameya xwe vegeryane. Îran hêvî dike ku Amerîka rêya lojîk û aqilane hilbijêre, lê amadehiya xwe ya leşkerî ji bo her egerekê diparêze.

Ev gotinên desthilatdarên rêjîmê di demekê de ne ku Amerîka mijulê kêşana hêza leşkeriya zêdetir e bo deverê û egera qewmîna êrîş û şerekî giran heye.