Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorina Navnetewî li derheq Îna bi Xwîn a Zahidanê daxuyaniyek belav kir

10:13 - 1 Çirriya pêşîn 2026

Li çaremî salvegera kuştara bi kom a li Zahidanê a li destpêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê de, ku bi “Îna bi xwîn” hatiye naskirin ku di vê cinayeta hovane a rêjîma dîktatore komara îslamî, bi sedan welatiyên Belûç keftine ber desrêjiya guleyan û şehîd û birîndar bûn, Lêbihorina Navnetewî daxuyaniyek belav kir.

Li daxuyaniya Saziya Lêbihorîna Navnetwî de hatiye: “Çar sal berî niha li rojek wiha de hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîma Îranê, 78 kes ji nerazî û xelkê medenî yên Belûç li bajarê Zahidanê de bi neayasî kuştin, bûyerek ku li serhildana 1401 a rojî  a naskirî bi “Jin, Jiyan, Azadî” yê de bi “Îna bi Xwîn” hate binavkirin.

Herwisa vê saziyê eşkere kiriye ku berpirsên rêjîma Îranê bi çi şêwazekê bo tepeserkirina serhildana 1401, li dijî mirovahiyê cinayet kirine.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî li vê daxuyaniyê de tekezî kiriye û soz daye ku li kêleka malbatên qurbaniyan bisekinin û daxwaz ji Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî bikin ku mikanîzmeke dadperwerî ya navnetewî li hember rêjîma Îranê çê bikin.