Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa G7 êrîşên rêjîma Îranê bo ser welatên cîran şermezar kirin

11:30 - 4 Çirriya pêşîn 2026

Rêberên girûpa G7 li cîvîneke onlaîn de pirsên zêdebûyî yên ewlehiya enêrjiyê gengeşe kirin û bi îşarekirin bi bilind û nizimbûna bazarên neftê û nirxa wan ku bo cihgîriya aborî û xweşbijîviya xelkê cîhanê bûye gef, hinek biryar bo tabanîna demdirêj a aborî û enerjiyê dan û daxuyaniyek belav kirin û kiryarên rêjîmê bo êrîşkirin bo ser welatên cîran şermezar kirin.

Li vê daxuyaniyê de êrîşên rêjîma Îranê bo ser welatên cîran û alozîxistin li ticareta navnetewî, ewlehiya enerjiyê û aboriya cîhanê hate şermezarkirin û daxwaza azadkirina tevav a tengava hormoz bê merc û bi lezgînî kirin û biryara karê hevpar bo çareserkirina vê pirsgirêkê dan.

Li vê daxuaniyê de spasî ji hewlên Amerîka bo garantîkirina ewlehiya ticareta azad li tengava Hormoz hatiye kirin.

Li heyamê piştî destpêkirina êrîşa Amerîka û Îsraîlê bo ser rêjîma Îranê, û lêdana derbên giran li vê rêjîmê, bi berdewamî û heta li dema agirbesta di navbera rêjîmê û Amerîka de jî, welatên derdora Îranê bûne armanca rêrîşa mûşekî û dironî a rêjîma Îranê û ewlehiya wan welatan û jêrxanên aborî û enerjiyê bi sedema wan êrîşan, xisar pê ketine.