Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp û Wezîrê Parastinê Pêt Hêgsêt hoşdariyên tund dan rêjîma Komara Îslamî ya Îranê û ragihandin ku divê Tehran biryara xwe bide, an bi rêkeftin û rêya hêsan an jî bi rêya dijwar û zextê.
Donald Tiramp di axaftina xwe ya ji bo rojnamvanan de diyar kir ku ew li ber biryareke girîng e û anî ziman: "Îran gelekî hatiye şikandin, Lewma tenê mesele ew e ku ev kar dê bi rêya hêsan bête kirin an bi rêya dijwar."
Di heman demê de, Wezîrê şer û berevaniya Amerîkayê Pet Hêgsêt destnîşan kir ku hemû bijardeyekî leşkerî li ber destê Tiramp de ne. Hêgsêt tekez kir ku Amerîka rê nade Îran bibe xwedî çekên etomî û bal kişand ser ku Tengava Hormozê di bin kontrola wan de ye.
Hêgsêt ji bo rêveberiya Îranê peyamek zelal da û got: "Peyam gelekî sade ye; Îran dê qet û qet nebe xwedî çekên etomî." Amerîka heta niha tekez dike ku hêza xwe ya leşkerî li herêmê diparêze da ku zextê li ser Tehranê zêde bike.