“Elî El-Zeydî” serokwezîrê Êraqê hevdem digel rêûresma “roja desthilata netewî” li Êraqê huşdarî da ku berdewamiya kiryarên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Êraqê, dikare desthilata netewî, aramiya Êraq û ewlehiya deverê rastî metirsiyan bike.
Herwisa Serokwezîrê Êraqê huşdarî daye, xweparastina milîsên çekdar ji radestkirina çekên xwe bi dewletê li heyama diyarîkirî de dikare paşhatên aborî, siyasî û ewlehî bo Êraqê lê bikeve.
Piştî 12 salan, Amerîkayê hêzên xwe ji Êraqê vekêşandin, lê hêj pirsa milîsên ser bi rêjîma Îranê bi tevavî nehatiye çareserkirin, û hêj hejmarek ji taqim û girûpên wan milîsan amadeyê radestkirina çekên xwe nînin.
Li halekê de Amerîkayê pîrozbahiya roja desthilata netewî li Êraqê kiriye, li rêjeya hêzên heşda Şeibî de alaya Amerîkayê ji aliyê wan ve hatiye pêpeskirin, Serokwezîrê Êraqê ev kiryarr bi tundî şermezar kir û ferman da ku bikerên vê kiryara milîsên ser bi rêjîma Îranê lêpirsîn lê bête kirin, û bêne sizadanê.